ÎSTÎBDADA KU MÎNA NEXWEŞÎYÊN CURE BI CURE YÊN MÎNA SARÎ/ŞOFÎ BELAV DIBE Û REÇETA WÊ MEŞWERETA ŞER’ÎYE

Eklenme Tarihi: 12 Şubat 2017

Kurte

Îstîbdada ku bi salan e li hember yekbûn û adaletê wek kendaleke kûr çêbûye bêguman meseleyeke gelek girîng e ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî bi taybetî li ser rawestaye. Vê yekê di xutbeya ku di sala 1911an de li Camiya Emewî’yê pêşkêşkirî de bi eşkere aniye zimanî. Belê di vê xebatê de em ê mîna ku Bedîuzzeman jî gotiye nexweşiya pêncan ango îstîbdad ku bi awayê “nexweşiyên cure bi cure yên mîna sarî” tê gotin bi du awayan rave bikin. Ev yeka jî wek îstîbdada sîyasî û îstîbdada ilmî an jî bi gotineke dî wek îstîbdada madî û îstîbdada manewî dê bê dabeşkirin. Piştre ev herdu cure îstîbdad bi mînakên xwe yên di qada civakî de ku xwe çawa didin nîşan dê bê vegotin. Armaca me ya li vir ew e ku em nexweşiyê bi awayeke durust teşhîs bikin û piştre jî li gor reçeteyên ku Bedîuzzeman behs kiriye ango kelîmeya pênc û şeşan, di çarçoveyeke têgehên mîna îttihada îslamê, hiqûqa Xwedê û însên, teslîmiyet, teraqiyat û heqaniyetê de têkiliya wan a bi îstîbdadê re jî bidin nîşan û ispat bikin ku çareseriya wê jî dê bi meşwereta şer’iye bibe.

Têgehên Sereke: Îstîbdad, îstîbdada siyasî, îstîbdada ilmî, îtihada îslamê, meşwereta şer’iye.

Destpêk

Di sala 1911an de dema ku Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî diçe Şamê û li wir li hember bi sedan alimên Îslamê xutbeya xwe pêşkêş dike. Piştî hemd û senaya Xwedê û pesnê pêxemberê me Muhemed (e.s.w) cara yekem helwest û pozîsyona xwe eşkere dike ku wê yekê jî bi vê rengê tîne zimanî: “…Erê em kurd li ber we, di hikmê zarokan de ne û em telebeyên we ne. Hûn seydayên me û miletên Îslamê ne. Va ye ez jî, qismekî ji dersa ku min girtiye, li ber seydayên me yên mîna we, weha beyan dikim.”[1] Di vê gotinê de dide nîşan ku dê di vê xutbeyê de li ser navê kurdan bi wan re hemhal be û herwiha balkêşiyeke dî ew e ku xwe wek feqîyekî û gelê ereb û tirk jî wek saydayê xwe dipejirîne. Bi vê yekê re her çiqas dilnizmiya cenabê xwe bide nîşan bi heman şiklî berpirsiyariyeke mezin jî datîne ser milên ereb û tirkan. Ji bilî vê gotinê di kelîmeya pêncan de dema ku gotina xwe tîne zimanî zêdetir ji bo nexweşîyên ku tespîtkirî û reçeteya ku li hember wan pêşkêşkirî, baştir bê fêmkirin, careke din li ser navê kurdan xwe aniye bîra guhdarvanan ku ev jî bi vê şiklî ye: “Gelî birayên min ên vê camiyê û îxwanên min ên piştî çil-pêncî salî yên li mizgefta mezin a alema Îslamê! Zenn mekin ku ji bo li we nesîhet bikim derketim vî meqamê dersê. A rast, derketim vê derê da ku doza heqê xwe yê ku li we ye bikim. Ango menfaeta taîfeyên biçûk ên mîna kurdan û seadeta wan a dunyewî û axretî, bi taîfeyên mezin û muezzem ên mîna we ereb û tirkan ku seydayên hakim in ve girêdahî ye. Bi zexelî, sistî û bêhevîtiya we, em taîfeyên Îslamê ku birayên we yên biçûk ên bêçare ne, zerar dibînin.”[2]  Bedîuzzeman vê dabeşkirinê li gor nexweşiyên ku rêz kirine jî dike. Em dizanin ji van nexweşiyan yek, îstîbdad û cureyên wê ne. Di tespîtkirina nexweşiyan de Bedîuzzeman ji du hêlan û bi du awayan lê nêrîye. Ya yekem di têkiliyeke navxweyî ya ereb, tirk û kurdan nexweşîya îstîbdadê ye, ya duyem jî di têkiliyeke du-alî ya ereb û kurd, tirk û kurd de vê babetê hilgirtiye dest. Çimkî îstîbdadek, hem di nav gelê kurd de ku li hember hev bi kar tînin, heye. Hem jî îstîbdadek ku di navbera ereb û kurd, tirk û kurd de didome heye. Ji ber vê yekê dema ku xutbeya xwe pêşkêş dike hem xwe analîz dike hem jî têkiliyên kurdan li ser navê xwe bi gelên dî re analîz dike.   

Ji bo ku meriv bûyeran durust binirxîne beriya her tiştî ya ku lazim e “nazar” ango “nêrîn” an jî “perspektîf” e. Ji wê hêlê ve meriv helwest û sekna Bedîuzzemanî ya li wê derê fêhm bike meriv dê nexweşiyan baştir têbigehe.

Têgihiştina mesela îstîbdadê ji ber ku dê bikaribûya heqîqetê derxista holê û azadiya mirovî bida destê wî, heya îro jî nexwestine ku bê fêhmkirin û heya ji dest hatiye bêkok hatiye hiştin û tenê maneyeke ferhengî danê û derbas bûne. Dema ku di civatekê de qala îstîbdadê hate kirin, tenê “îstîbdad: zordarî ye.” tê gotin û hew. Yanî îstîbdad di hişê mirovan de ji peyveke ferhengî wirdetir naçe. Lê belê dema ku meriv esil û asasê meselê bikole meriv ê bibîne ku ev mijar çiqas heyatî ye û girîng e. Çimkî îstîbdad rasterast zordestiyeke li ser îmanê ye ku ev jî îpotekkirina vîn û azadiya însanan e.[3] Carek din dîsa Bedîuzzeman têkiliya îman û azadiyê bi van gotinan radixîne ber çavên me: “Bidestxistina mafê azadiyê ya bi rêk û pêk bi alîkariya îmanê çêdibe.” [4]

Îstîbdad û Cureyên Wê

Dema ku Bedîuzzeman pênaseya îstîbdadê dike, ne tenê bi çavekî teorîk lê dinêre her wiha bi pratîka jiyanê re jî têkildar dike. Tenê wek tiştekî serbixwe nagire her wiha îstîbdadê wek pirsgirêkek an jî nexweşiyeke ku sîrayetê meseleyên dî jî dike hildigire dest. Mesela di gelek cihên Rîsaleya Nûrê de bi vî şiklî îstîbdadê bi mane dike: “Îstîbdad; zordestî ye, muemeleya keyfî ye. Zordestiya ku xwe dispêrê hêzê ye. Yekdengî ye. Ji bo bikaranîna tiştên kirêt qadeke guncav e. Bingeha zilmê ye. Qirkirina însanîyetê ye. Îstîbdad ew e ku mirovî dişîne qata herî jêr ya newalên sefaletê û alema îslamê dike zîllet û sefaletê, her wiha rik û dijminiyê şiyar dike û îslamiyetê jehrî dike û hem jî ew e ku bi jehra xwe dikare derbasê her tiştî bibe û dikare cudahiyeke mezin di navbera misilmanan de derîne da bigihîje wê astê ku êdî unsûrên mîna Mûtezîle, Cebriye, Murcie derxîne holê. Belê îstîbdada ilmî ya ku bavê teqlîdê û ewladê îstîbdada sîyasî ye ku firqeyên mîna Cebriye, Rafize û Mûtezîleyê derxistiye holê.”[5] Di vê pênaseyê de eşkere ye ku îstîbdad ne tenê di qadeke jiyanê de lê belê di gelek qadên jiyanê de wek zengariyê belav dibe. Heger ji hêla tesîratên îstîbdadê yên demî ve dabeşkirinekê bê kirin, ew jî dikare wiha be;

Aliyê wê yê siyasî

Aliyê wê yê zanyarî û hişmendî

Aliyê wê yê exlaq, edebiyat û hunerê

Em ji her sê beşên li jor re dikarin bibêjin tesîratên demî jî. Ev tesîratên ha li gor gotina birêz Remzî Pêşeng mirovî dikine rewşeke wiha: “Ev tesîratana mirovî ji şiûra wî ya eslî, ji qabiliyeta wî ya biryardayînê û ji qabiliyetên wî yên dahênan û geşedanê dûr dixin.”[6] Ku ew mirov êdî ji hêla hebûn, temsîliyet, kemalatê ve bê fonksiyon dimîne. Heger fonksiyoneke wî hebe jî ji ber ku ji hêla exlaq, şiûr, zanyarî, siyasî, edebiyat û hunerê ve hatiye dagirkirin an jî ne li ser koka xwe şîn dibe, fonksiyona wî li ser navê mustebîd tê hesapkirin. Yanî êdî ew mirov ji bendeyekî zêdetir tu tişt nîne.

Heger em îstîbdadê li gor cureyên wê dabeş bikin û pênase bikin, ez bawer im dê di hişê me de piçek jî zelal be. Ew jî dibe sê beş:

1. Îstîbdada Îdarî

Îstîbdada îdarî jî di nav xwe de dibe du beş ku ew jî wiha ne:

1. a. Îstîbdada Siyasî

Em dikarin bibêjin kaniya hemû cûre îstîbdadan e. Çimkî siyaset û rêveberî li gor polîtîkayeke yekrengî di civatekê de her çi hebe li gor xwe dixe duzenekê, ji ber wê yekê jî sîrayet di her halî de jî çêdibe. Wekî din îstîbdada siyasî bi navendê ve girêdayî ye, yanî navend çi be tezahur û tesîrên navendê li perçeyên dî têne xuyan. Çimkî careke dî dibêjim meqamê biryardayînê ew der e. Mesela Bedîuzzeman di cihekî de vê meselê wiha şîrove dike:“Ewilî min wisa zenn dikir ku sedema nebaşiya li Kurdistanê, ji nav Kurdistanê bi xwe ye. Lê wextê min Stenbola nexweş dît, li nebza wê nêrî, li ser kûr bûm, min fêhm kir ku nexweşiya di dilî de ye sîrayetê her deverê dike…”[7]Di vir de qesta “nexweşiya di dilî de” navend e. Çimkî dil bixwe navendê temsîl dike. Wê demê jî navenda Osmaniyan û herwiha navenda tahakumê Stenbol bû. Yanî her xerabiya ku li wir dihate kirin sîrayetê Kurdistanê jî dikir. Îcar mantixa nevendîtiyê jî di nav xwe de dabeş dibin ku ev jî bi sê awayan e.

Navendîtiya Di Dîn De

Navendîtiya Di Siyasetê De

Navendîtiya Di Cemaatê De

Ez ê bi kurtî ji bo van her sê cureyan mînakên civakî yên şênber bidim. Di dîn de zêdetir bi sê şiklan daye nîşan ku ew jî yek şiitî ye, yek selefîtî ye, ya dî jî sunnîtî û bi taybetî jî di nav sunîtiyê de hanefîtî ye. Çimkî her yek ji van di nav xwe de jî sîstematîkeke wiha çêkirine û vê sîstema xwe wek sîstema heq li yên dî zor dikin. Ev sîstem li gorê her sê ekolan cuda cuda şîrovekirina siyaset, ilm û exlaqê ye. Mesela Diyaneta Tirkiyê çima Meala Quranê ya ku li gor nêrîna şafiiyan hatiye kirin pesend nake? Wextê ku di sunîtiyê de çar mezheb yên heq bin, em dipirsin çima? Mesela çima di Osmaniyan de li hemberî xelîfe derketin, li hemberî dîn derketin dihate qebûlkirin? Mesela çima di Safewiyan de xwe bi mertebeya welîtiyê mezinkirin û di Osmaniyan de jî li hember vê yekê “qutb-i alem, qutbu’l aktab”, “mehdî-welî”, “xelîfe-îmam” hatibû derxistin? Mesela çima dema ku polîtikaya îskanê dihate kirin li ser navê xizmeta dîn dihate kirin? Ya rastî em dizanin ku bo dagirkirina axê ye wisa dikin. Mesela çima Derwîş û Alp-Erenan li ser navê dîn dişandine welatên dî bo ku dagirkeriya axê bikin? An jî halê nûjen yê vê rojê ku bi destê kom û komeleyên sîvîl çêdibin.

1. b.  Îstîbdada Aborî

Ew îstîbdad e ku li ser aboriyê tê kirin. Di vir de jî dîsa rola herî mezin navendîtî digire. Mesela çima kurd ji hêla aborî ve her gav devê xwe vedikin û li derveyî xwe dinêrin an jî hêviyên xwe yên aborî hemû xistine bêrîka kesên ku li navendê sekinîne. Mesela pirsa herî balkêş çima sermayeyeke kurdan a serbixwe tuneye? Mesela çima cotkarên kurd ne bi dilê xwe lê bi dilê kesên li navendê sekinîne cotkariyê dikin? Pirsgirêk, tahakum û îstîbdad divê bi vî şiklî di qadeke reel de bikeve bin pirsiyariyê.

2. Îstîbdada Ilmî

Kana îstîbdada ilmî carek dî îstîbdada siyasî ye. Mîna ku me got tahakuma li serî dema ku sîrayet dike dikeve her derî. Di îstîbdada ilmî de jî nexweşiya herî mezin teqlîd e. Çimkî di teqlîdê de aqil ji dewrê derdikeve, hest cihekî berfireh digire û burhan yanî delîl binçav dibin û êdî li ser mefhûm û xurafeyan jiyan dimeşe. Ji bo vê meselê Bedîuzzeman di Muhakematê de wiha qal dike: “Îdi’a û sêwirandinên xwe nexemilînin û piştre ji me re venebêjin, ev têra hişê me nake. Em delîl dixwazin.”[8]Îstîbdada ilmî em dikarin bibêjin di dîrok, ziman, dîn û hwd. de tesîra xwe bi dilqên cuda cuda dide nîşan. Mesela mînakeke şênber di perwerdehiyê de ye ku mamoste çi bêje rast e an jî ew xeletiyan nake, an jî di kom, komele û cemaatên sîvîl de serok an jî kekê mezin çi bibêje rast e an jî melayên me çi bibêjin rast e em nikarin rexneyek li wan bigirin. Ango pîvana fikr, nêrîn, aqil, heq, hîkmetê ji dewrê derdikeve. Heta vê yekê xistine halekî wisa ku li hemberderketin bi şer û gunehê re tê têkildarkirin ku ev jî mirovî digire bin îstîbdadeke manewî.

3. Îstîbdada Manewî

Ji hêla derûnnasiyê ve hilgirtina bin tesîrê ye. Bi tirseke xeybî û bi mefhûmên farazî û derew bi derûniyeta mirovan leyistin e. Mesela ji bo vê îstîbdadê mînakeke şênber, Bedîuzzeman wiha pêşkêş dike:“Bi sirra  [9]اَلنَّاسُ عَلٰى سُلُوكِ مُلُوكِهِمْ  îstîbdad sîrayetê rehên her kesî kiribû. Bi gelek nav û şiklan xwe dida nîşan. Gelek dahfik û xefikan çêdikir. Heta merivekî mîna min, bi rêya “ilmê xwe” zordestiyê dikir. An jî camêriya millet xerab bi kar dianî. An jî wek hin şêxan, ji ber neseba wî millet jê re rêzê digirt an jî ji ber ku di rêzgirtinê de mecbûr didît, zordestiyê dikir.”[10]Di vir de beg, şêx, axa û alim dibin du beş ku Bedîuzzeman bi xwe jî dibêje qasê cudahiya îstîbdad û meşrûtiyetê cudahiya van beg, axa, şêx û alimên xerab û çê hene. Mesela alim dikare bi rehetî bi ilmê xwe zordestiyê li milet bike an jî bi navekî wê yê din bixapîne. Ev yeka di nav kurdan de herî zêde bi rêya melayan çêbûye. Mesela şêxên ku neseba wan ne eşkere ye, lê belê li ser navê “ehlê beyt” li xelkê dikarin zordestiyê bikin, bi salan li ser pişta gel kêf û zewqê kirin û hê jî dikin. Mesela axayên ku menfaata miletî ji bo menfaata xwe bi kar tînin û başiya miletî ji xwe re digirin û xerabiya xwe jî li ser navê miletî belav dikin. Em dikarin bibêjin ev yek bi yek sîrayetên îstîbdada manewî ne. Mesela di bin navê biratiya îslamê de binpêkirina adalet û hiqûqa kurdan di nav ereb, fars û tirkan de mînakeke herî balkêş e. Çimkî çi wextî qala heq û hiqûqê hatiye kirin, ev ayeta han wek îstîbdadeke manewî her gav hatiye gotin:

[11]إِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ إِخْوَةٌ فَأَصْلُِوا بَيْنَ أَخَوَيْكُمْ وَاتَّقُوا اللَّهَ لَعَلَّكُمْ تُرَْمُونَ çimkî biratî her gav pasîfîzebûna kurdan û serdestbûna ereb, fars û tirkan bûye.

Jı Hêla Tezahuratên Cıvakî Ve Hın Pırsên Ku Jı Îstîbdadê Derçûne

Bersivên van pirsan dê ji xwîneran bê xwestin, Lê belê bi perspektîfeka ku divê tesîra îstibdadê gelek kûr bê fikirîn.

  1. Osmanîbûn, Şîîtî, Selefîtî; Kurd dê xwe çawa ji bin tesîra van her sê nêrînên dinyayê yên li dij hev xelas bikin?
  2. Eşîrekê ku li ser sînorê Bîzansî û Selçûqiyan bû, çawa bû ku li Kurdistanê halê dewletekê girt?
  3. Pêkarên dîrokî û binesazîya hişî yên ku dewleta Osmanî li ser piya girtin çi bûn? Û îroroj li ser kurdan çi tesîreke wan a mayînde heye?
  4. Pirsgirêka Kurdistanê di kîjan şert û mercan de derketiye holê?
  5. Polîtikayên siyasî yên ku dewleta Osmanî li ser Kurdistanê pratîze dikir (Yurtluk-Ocaklık-Sancaklık) û encamên wan?
  6. Polîtîkayên aborî yên ku dewleta Osmanî li ser Kurdistanê pratîze dikir (Has-Zeamet-Tımar) û encamên wan?
  7. Sedema nebûna dewleteke xweser ji bo kurdan çi ye? 
  8. Di hatina rewşa îro ya kurdan de referans îslam bû?
  9. Diyarkirina qada siyasî ya cemaatên sîvîl li Kurdistanê di paşxaneyeke dîrokî de çi dide nîşanê me?

Encam

وَاَمْرُهُمْ شُورٰى بَيْنَهُمْ[12][13]وَشَاوِرْهُمْ فِي الْاَمْرِۚçareserî bi teceliya vê ayeta kerîme ye û meşvereta şer’iye ye. Li vir wek çareserî hin gotinên Seîdê Kurdî li ser meşwereta şer’iye gotine ez ê kategorîze bikim.

  1. Jiyana wê vucûda nûranî ango meşwereta şer’iye bi bedel hêzê, heq e. Yanî heq serdest e.
  2. Dilê wê marîfet e. Berterefkirina cehaletê ye. Îstîbdada ilmî ji holê radike.
  3. Zimanê wê hezkirin e. Berterefkirina dijminatiyê ye. Yekîtiyê pêk tîne.
  4. Hişê wê qanûn e, ne şexs e. Ev jî zordestiya rêberiyê berteref dike. Wekheviyê pêk tîne.
  5. Meşrûtiyet an jî meşwereta şer’iye hakimiyeta milletan e. Pêşîya kurdan vedike bo ku bikaribin qedera xwe tayîn bikin.
  6. Sedema saedeta hemû qewman e. Pêşiya pêşkeftinê vedike.
  7. Şewq û hestên netewî radike pêdarê. Mîrov bixwe dihese û xwe nas dike. Lêgerîna nasnameyê dest pê dike.
  8. Deriyê dewletên ebedî ji miletan re vedike. Ev jî pêşiya dewleteke xweser ji bo kurdan vedike.
  9. Biryara yekekesiyê vediguherîne îstîşareyê. Ev jî îradeya miletan derdixe holê.

ÇAVKANÎ

Qurana Kerîm.

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, Münâzarât, Zehra Yayıncılık, 2012.

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, Nutuk, Zehra Yayıncılık, 2012.

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, Divan-ı Harbi Örfî, Zehra Yayıncılık, 2012.

Nûrsî, Bedîuzzeman Seîd, Xutbeya Şamê, Zehra Yayıncılık, 2009.

Pêşeng, Remzî  “Dördüncü Bakış; Kürt Milliyetçiliğinin Altyapı Analizi,Cilt1, Hivda Yayıncılık, İstanbul 2011.

 

 

[1] Norsî, Bedîuzzeman Seîd, Xutbeya Şamê,” Zehra Yayıcılık, Stenbol2009,r. 9-10.

[2] Bnr. “Xutbeya Şamê” r. 34.

[3]Bedîuzzeman dibêje îstîbdad piçûkdîtina azadiya mirovî ye. Her wiha tîne zimanî ku azadî yek ji hesasiyetên îmanê ye. Çimkî dibêje: “Ew kesê ku bi rabiteyên îmanê bûye xizmetkarê Siltanê Kaînatê, îzet û şehameta îmana wî dê bi tu hawî nehêle ku xwe biçûk bibîne, muhtacê kesan be û tahakum û zordestiya kesekî dî qebûl bike. Her wiha şefqata îmana wî jî dê nehêle ku tecawuzê azadî û hiqûqa kesekî dî bike. Belê xizmetkarekî durust yê paşayekî dê xwe li hember zordestiya şivanekî jî biçûk nexîne û her wiha dê tenezilê zordariya li ser bêçareyekî jî neke. Nexwe îman çiqas newaze be, azadî dê hewqas biçilwile. Aha ji we re Esra Saadetê…”

[4] N.S.Bedîuzzeman, Yaşasın Şeriat-ı Ahmedi (a.s.m),Volkan Gazetesi,Mart 1909, S. 77, s. 2, 10 Mart 1909.

[5] Nursî,Said-i Bediüzaman, İçtimaî Dersler; Münazarat, Zehra Yayıncılık, İstanbul 2012, s. 82.

[6] Pêşeng, Remzî, Dördüncü Bakış; Kürt Milliyetçiliğinin Altyapı Analizi, Hivda Yayıncılık,İstanbul 2011, C. 1,s. 16.

[7] Nursî, Said-i Bediüzaman, “İçtimaî Dersler; Nutuk” Zehra Yayıncılık, İstanbul2012, s. 20.

[8] Said, Nursî, Muhâkemât; Birinci Makale, Sekizinci Mukaddime, Tenvir Neşriyat, s. 32; Zehra Yayıncılık, s.33.

[9] Mirov di rêya rêberên xwe de dimeşin. (Keşfu’l-Hafa 311)

[10] Nursî, Said-i Bediüzaman, İçtimaî Dersler;Münâzarât, Zehra Yayıncılık, İstanbul2012, s. 89.

[11] Bawermend tenê bira ne. Wê çaxê navbeyna birayên xwe xweş bikin. Û li hember Xwedê bibin xwedî teqwayê. Tê hêvîkirin ku bi vî şiklî hûn jî bên rehmetkirin. (Sûreya Hucûratê/10)

[12]Karên wan, di navbera wan de bi şûrayê ye. (Sûreya Şûra/38)

[13] Di karên xwe de bi wan re îstîşare bike. (Sûreya Al-i Îmran/159)

 
popüler cevapdünya atlası