DI LIHEVANÎNA MEDRESÊN ŞERQÊ Û MEKTEBAN DE GIRÎNGIYA MEDRESETUZ-ZEHRAYÊ

Eklenme Tarihi: 25 Şubat 2017 | Güncelleme Tarihi: 04 Mart 2017

M. Reşîdê Hiritî

Destpêk

Ez gelek dilşad û bextewarim ku li bajêrê Wanê buma beşdarî yê Sempozyumekî bi wî renge ku li ser fêmkirna xaye û armanca Seydayê Bedîuzzaman tê çêkirin. Hêvîdarim ku Fîkr û bawerî û hedef û armancên wî baş bên fêmkirin her wiha bibe wesîla îcabete bangewazîya Seydayê Bedîuzzaman

Dînê Îslamê pir qîmet daye xwendin, nivîsandin û hînbûnê.Wekî ku hûn jî dizanin fermana yekem ji Qur’ana pîroz peyva ya “îqra”ê ye.Jiyana Resûlê Xwedê ya 23 salan bi te’lîm û hînkirinê derbas bûye.Sahabiyan ji bo axret û dinyaya xwe, çi demê îmkan biketana destê wan dipirsîn û li hînbûnê digeriyan. Piştê ku Resûlê Xwedê û sehabiyên wî hîcretê Medînê kirin, li wir Mizgefta Nebewî ava kirin û bingeha dewleta Îslamîavêtin. Ji Mizgeftê beşek veqetandin û ji wê re “Suffe” gotin. Ji sehabiyên ku şev û roj tê de diman Eshabu Suffe tê gotin. Eshabu Suffe di Tarîxa Îslamê de şagirtên yekem in. Li gorîrîwayetandi dewra seadetê de û rewda rîsaletê de, hejmara şagirtan di navbera80ê û 400î de bûye.[1]

Sedemên ku bandor li derketina medreseyan kirine

Ji derveyê mizgeftan em dibînin ku  cara yekem saziyên binavê Beytul Hîkmet ji bo perwerdehî û hîndekariyê di serdema ’Ebasiyan de hatine avakirin.Di van saziyên ku bi navê Beytul Hîkmet hatine avakirin deZanyarên ’Ereb, Cihû û Fileh bi hev re xebitîne. Herwiha li ser çavkaniyên ku behsa çanda Yewnan, Hind û Farisan dikin lêkolîn kirine.  Di heman demê de pirtûkên feylezofên wek Arîsto û Eflatûn wergerandine zimanê Erebî.[2] Divê em van saziyan wek saziyên nivîsgehê nebînin. Berevajiyê vê lazim e ku em van di asteke bilind de, wek saziyên perwerdehî û hindekariyê bibînin. Dîsa di wê dewrê de saziyên perwerdehiyê binavê Beytul Ilim û Darûl Ilim liMisrê hatine avakirin.[3]

Meriv dikare bibêje ev saziyên hêja bûne bingeh jibo derketina medreseyan. Em dibînin ku heta dewra ’Ebasiyan jî,  peyva medreseyê nahatiye bikaranîn. Li gor hinekanev peyva medresê, carayekem di sedsala 9ê de hatiye bikaranînin.[4] Bes dîrokzanên Îslamî îttifaqkirine ku kesê cara pêşî binavê medresê, medrese avakiriyeNizamul Mulk e.Lêji dîrokzanan hinek jê ji dervayî vê îttifaqê ne. Çawa ku hatiye gotin li Nisabûrê Medresa Beyheqî û herwiha medreseyeke din jî li Nîsabûrê ji feqiyên Şafiiyan re di 960ê de hatiye avakirin.[5] Belê wezîrê Melikşah û Alparslan Nizamulmulk(485/1092) medresa pêşî li Bexdayê ava dike. Di gel vê yekê liBelx, Nişabur, Herat İsfehan Besra û Musilê jî, saziyên medresan avadike.[6] Heta li gor rîwayetekê li her bajarekî Xorasanê medreseyek tê avakirin. Jixwe piştîSelçûqiyan di cîhana Îslamê de avakirna medreseyan dibe kevneşopî û ji her bajarekî re dibe mînaka perwerdehî û hîndekariyê

Bernama fêrbûna hînbûna medreseya Nîzamiye

Şaxên zanistê yên ku di Medreseyên Nîzamiyeyêde dihatine xwendin, ev bûne: 1- Serf û Nehwa Erebî, 2- Tefsîr, 3- Hedîs, 4- Mentiq, 5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê), 6- Xweşbêjî (we’z û nesîhet), 7- Ilmê Belaxetê, 8- Ilmê Kelamê, 9- Ilmê Hîkmetê, 10- lmê Qanûnê (şerîet), 11- Ilmê Feraîzê (hiqûqa hîrasê), 12- Ilmê Eqîdeyê, 13- Ilmê Usûlê, 14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî), 15- Ilmê Tendurustiyê, 16- Ilmê Hesabê (matematîk). 17- Ilmê Felsefê (ya Grekan), 18- Ilmê Siyasetê .[7]

Medresên Şerqê (Kurdistanê)

Dema ku em berên projektorên xwe didin ser Medreseyên Şerqê,em dibîninku şaxek ji saziyên perwerdehî û hîndekariya cîhana Îslamê bûne.Jiber ku herêma Kurdistanê bi împeretorî û îqtîdaran ve girêdayî bûye, vêyekê gelekî bandor li sazûmana medreseyê kiriye. Em dibînin ku Medresên Şerqê jîwek medreseyên Ebasiyan, Selçûqiyanû Osmaniyan bûne. Yanêpênsed sal an jî hezar sal berî niha ferqeke mezin di navbera Medresên Şerqê: li Cizîrê Bedlîsê Diyarbekirê, Mehabadê û medreseyên cîhana Îslamê tunebûn.  Mufredata mederesên Şamê, Qeyserê û Bedlîsê mînanê hevdubûn.  Hemû jî parçeyek ji medeniyeta Îslamê bûn.

            Ferqa mezin di navbera medereseyên meû gelên din de ew bû ku di medreseyên Kurdan de zimanê perwerdehiyê Kurdî bû. Di wan medreseyan de çawa ku pirtûkên dînî, hiqûqa Îslamê, felsefa Îslamê, dîrok, dîroka Îslamê,  edebiyata Farisî û Rêzimana Erebî, dihat xwendin. Wisan jîhendese  û felekiyat û tendurustîdihate xwendin.

Dema herî berhemdar ya medreseyan çi medreseyên Şerqê çi jî medreseyên cîhana Îslamî di sedsala 14, 15, 16, 17 de û heta nîvê sedsala 18an bûye.Wekmînak Smayîl Cizîrî (1136-1206) di Medreseya Kurdî de projeya robot û compitira ku îro ji bo jiyana mirovan bûye karê rojane çêkiriye.[8]

Herwihavan medreseyan gelek şexsiyetên giranbiha û’alimên mezin rakirine.Meselaçend Kesayetên ku ji medresan rabûne û mohra xwe li diroka dinyayê dane evin: Mewlana Xalidê Nexşebendîyê Kurdî, Melayê Cizîrî,  Ehmedê Xanî,  Mela Xelîlê Hîzanî û Seîdê Nûrsî.

Pêvajoya têkçûna medreseyan

Di serê sedsala 19mîn de di her warî de ewrên reş û tarî di cîhana Îslamê de digeriya, di encamê vê de gavên mexlûbiyet û têkçûna eskerî li ser hev hat. Di hînterlanda Osmanî de ji Kirimê heya Yemenê, ji Yemenê heta Fasê têkçûna eskerî ji hev qut nebû. Erdnîgariya Îslamê ber bi perçebûnê ve û dinya li ber şîpana pêvajoyek nû da diçû. Ew misilmanên ku bi rêya medreseyên Endûlûsê ilm û şaristanî ji Ewrûpiyan re dibirin, niha jî li hember vê pêvajoyê şêwîn û behitîn mane. Çawa piyon şah matbike, ew jî matmayî mane. Alema Îslamê di halekî bê ruh û bê biryar de dijiya.  Wekî deriyê îçtîhadê hatibegirtin, pêşketina ilmî bi tevahî hatibû sekinandin.

Mislimanan ne ji aliyê siyasî û leşkerî, nejî ji aliyê buroqrasî û çandê ve li hemberîpêlên Rojavaalternatîvek ava nekirin. Ew teknolojiya ku jêdera wêEwrûpaye, bi xwere şêweya jiyaneke nû dianî. Yanê teqlîda ji têgehan heta saziyan, Rojavayê tesîr li ser temamê ruhê ‘alema Îslamê dikir û digel vê yeke di nav’alimên sedsala 19mînde nîqaşa çareseriyê dihatkirin. Hinekan çareserî di destxistina serkeftina eskerî û siyasî dedidît.Her wekê Cemaledîn Afganî Hinekan jîdigot, ji bo bidestxistina serkeftina eskerî vejîna çandê lazim e. Herwekê Muhammed Abduh. Paşî digel fermana tanzîmatêsedemên bingehîn ji bo lawazbûnê, têkçûna eskerî hate dîtin. Jiber vêyekê ewiltirîn rêya pêşvebirina formên modernîzebûnê perwerdehiya di warê eskerî dehat tespîtkirin. Hê di dewra Siltan Mehmûd de ferman hatibû dayîn ku perwerdehiya di mektebên zarokan (mektebên sibyan) de li ser tevahiya neteweyên Osmanî bê ferzkirin. Herwiha mektebên bi navên ruştiye, Îdadî û Siltanî hatin avakirin.  Li ser vî esasî di destpêkê de medrese hatin rexnekirin. Jiber ku di warê zanîna teknîkî ya eskerî de nikare bibe berdar û hilberîner. Bi vî rengî zihniyeta vekirina mektebên eskerî hatemeşrûkirin.Dimedresan de ulûmên fennî hêdî hêdî hate rakirin, ulûmên dînî jî hindikbûn. Ulûmên aletê kete cihê wan. Paşîli ser bingeha ilmê pozîtîf û daxwazên pergala laîsîzma Fransî li şûnawan, mekteb hatin damezirandin. Li ser vê, tenê sê rêyên tercîhkirinê jiMedresan re mabû:

Ew bû ku li hember daxwazên cîhana Rojava deriyê xwe bi temamî bigire.
Ewbû ku xwe bi temamî radestê pergala perwerdehiya laîsîzma Fransî bikira
Ew bû ku li gor şert û mercên demê xwe nûbike
Mixabin medreseyan rêya ewil hilbijart û deriyê xwe bi temamî ji modernîzmê re girt. Êdîdijberiyanevbera mekteb û medresan destpêkiribû. Ev dijberiya ha her ku diçûzêdetirdibû. Paşî di dewrên dawî yên Osmanî de heta salên pêşiya Cumhuriyetê, di serî de medreseyên wekî yên Qonya, Qeyserî, Sêwas û Erzeromê ketine nav xebatên îslihatan, lê ew xebat domdirêjnebû. Lewra alîgirên tanzîmatê bi tesîra fikr û nirxênRojavayî xwestibûn ku li ser erdnîgariya Osmanî civakeke nû ava bikin; civekeke ku cîhanbîniya wê laîkbe. Jixwepiştî îlana Cumhuriyetê bi qanûna “tewhîdî tedrîsatê” ve perwerdeyî bi yek destî ve hatiye dayin. Mufredatasaziyên perwerdeyê ketiye çarçoveyek teng. Bi vî şeklî saziyên perwerdeyê yên medresan ku gelek însanên zîrek û zekî jê radibûn, bi temamî ji meydanê hatine rakirin.

Eger careke din em berên projektorên xwe bidin ser Medresên Şerqê ku mebestame jê cihê ku Kurd lê dijîn e; em dikarin vê bibêjin: Herçendan medreseyên ku bi otorîta navenda Osmanî ve hatine avakirin hindik jîbin,  Lêbelê jiberku mîrênKurdan bi navenda dewletê ve girêdayî bûn medresên ku bi otorîta wan hatibûn avakin jî, ji neyîniya pêl û mewcên Rojavayê xelas nebûn.Lewra mektebên ku nû hatibûn avakirin mufredatawan ne tenê ji bo zarokên Tirk, ji bo zarokên ‘Ereb, Arnawid, Boşnaq ango jibo tevahiya zarokên neteweyên Osmanî şertbû. Bi vî avayî dixwestin rêya alimên medreseyên şerqê jî bigrin. Jixwe dema ku komara laîsîzma Tirkî hate îlankirin bi zagona “tewhîdî tedrîsatê” pişta wan medreseyên Şerqêjî hate şikandin. Lêdîsavan medreseyan xwe radestê pergala laîk nekirin û şertên dewletê yên îdeolojîkqebûlnekirin, heta îro jî rêç û şopa wî dimine. Bes êdî Akademîsyenên ku dixwestin bibin muqelidê rojavayî, di her keys û fersendê de ehle medresê piçûk têxistin vê wek şertê rojavayîbûnê qebuldikirin. Lêbelê nizanbûn ku zanîngehên Rojavayî li ser kevneşopîyên xwe bilind dibûn tucarî manastirên xwe jibir nekirne.

Ji vir pê de emê di berpêşkirina xwe de li ser sedemên avakirna Medresetuz-Zehrayê û girîngiya wê ya di dinavbera lihavanîna mekteb û medreseyên Şerqê bisekinin.

 Berya vê çend gotin li ser kurtejiyana Ustad

 Bedîuzzeman Seîdê Nûrsîdi sala 1878an de li gundê Nûrsêku girêdayê navçeya Bedlîsê Hîzanê ye, ji dayik dibe. Perwerdehiya pêşîn ji Melle Ebdullah digire. Îcazeta xwe li Bazîdê li Medresa Şêx Mûhemmed Celalî distîne. Paşî ji Bazîdê vedigere Bedlîsê û derbasî Wanê dibe. LiWanê 15 salan dimîne, di nav van salan de bi dersdanê mijûl dibe.  Ji her ilmekî fenî kitêbekê dixwîne û jiberdike.  Li nav eşîrên Kurdan digere,  rêya rast nîşanê wan dide.  Navê Bedîuzzeman lê tête danîn. Jiber ku di zanîna Îslamî de pir pêşveçuyî bûye, di nav civata Îslamê de cihekî zaf mezin digirt. Dihengâma ku li bajarê Wanê dima pirtûkên hemdem û yên li ser zanistên fennî mutaledike. Di jiyana xwe ya li bajarê Wanê de pirtûkek xwe ya li ser matematîkê jî nivîsandiye. Lêmixabin di agirekî de ew pirtûk şewitiye. Piştê temenekî tijî êş û elem, di 23yê adara 1960î de li Rihayê di Otêla Îpek Palas de diçe ber rehma Xwedê.[9]

Wekî kuji destpêka heyata wî ya medresê jî tê zanîn, Ustad ji pergala medresê nerazî ye. Lewra ji her pirtukê çend dersan dixwîne û derbasî kitêbeke nû dibe. WextaSeydayê M. Mûhemmed Celalî dibêje tu çima wiha dikî? Bersiva wî pir balkêşe: “Hêzamin ji xwendina van kitêban hemûyan re nîne. Lêbelê ev kitêbên han xezîne ne, mifta wan jî li bal weye. Tenê raberkirin û hînkirina mifta wan xezîneyan ji we dixwazim. Piştî ku min zanî ka kîjan kitêb mijara wê çiye, paşê ezê li gor jêhatina xwe li ser xebitim.”[10]

 Di vir de xala girîng ev e ku Seîdê Nûrsî berî ku fikr û ramanên modern bibîne ango nas bikevê rexneyê dike. Rexneyeke wî ya din jî ew bû ku feqî neçin ji xelkê ratibê nestînin. Lewra Seyda digot: “Jixwe xelk feqîre,  di vî zemanê de mineta pariyek nan jî zehfe.” Bi vî rengî çûna ratibê redd dike.

Hê di ciwaniya xwe de îcazetnameya xwe distîne û li herêmê dizivire. Bi rêya pirtûkxaneyên dewletê, ji rojnameyên kudihatin herêmê sûd werdigire. Herwiha derbareyê zanista modern ûrewşa dinyayê de agahdardibe. Dihengâma ku li wanê dimîne de di sala 1899an de di rojnameyekê de daxuyaniyekewezîrê Ingilîzî dixwîne: “Heya ku Qur’an di destê Mislimanan da be em nikarin bibin serwerên wan. Yan divê ku em Qur’anê ji deste wan bistînin yan jî divê ku em wan ji Qur’anê dûrbêxin. Li ser vê nûçeyê xîreta Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ya dînî difûre û wiha dibêje: "Ez dê nîşanî hemû cîhanê bidim ku Qur’an xwedî ronahiyekê ye, ne vedimire û nejî dikare bê vemirandin.”.[11]

Di hêla din de împeretoriya Osmanîber bi rûxandin û belavbûnê ve diçe. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî hem çareseriyên alimên beriya xwe yê der barê vejîna civata Osmanîde dinirxîne, hem jî pêşniyarên azîna çareseriyê dike. Li hember nêrînên alimêÎslamî wiha dibêje:“Pêwiste ku em xilasî û çareseriyê di pênivîs û qelemê de bigerin. Li hember dijmin û neyarên derve divê ku em bi fikr û raman serdestiyê liwan bikin. Bi gelemperî di cîhana Îslamê de bi taybetî  li Kurdistanê  sê dijminên gelek mezin cehalet, zerûret û îxtilafe. Li hemberî van her sê dijminan jî, divê em bi çekên huner, me’rîfet û îttifaqê şerbikin. Herwiha jibo reorganîzasiyona civata Osmanî pêşniyarênbalkêş dike ku îro jî rewacdariya xwe diparêzin.

Seîdê Kurdî wiha dibêje

1.Îttihad-i Qulûb, yekîtiya dilan meriv dikare yekîtiya ji dil jî şîrovebike.  Ev navê jiyana lihevkirna civakî ye.

2.Muhabbet-i Millî ye, yanê li ser esasê hezkirn û rêzdariya mafên kesan jihevhezkirin

3.Ma’rif,  têkoşîna perwerdehî û hindekariyê

4. Terk-i Sefahet,  avakirina avahiya aborî ku ji destbelavî û îsrafê dûrketî be[12]

Piştên van agahiyan Em dikarin sedemên avakirina Medresetuz-Zehrayê ji du hêlanve binirxînin.

Gelemperî: Wextê Seîdê Nûrsî dinhêre kuRojavayî, cîhana Îslamê ji Efrîqa Bakur bigire hetanî başûrê rojhilata Asyayê dibinperda zanista pozîtîf de, ber bi laîsîzm û sekûlarîzmêve dibin. Ji hêla din ve jî civakên Osmanî bi sedem nijadperestiyêperçe dibe. Seyda vêyekê wiha tîne ziman:
Di cihana İslamê de zanîngeha herê mezin û kevintirîn Zanîngeha Ezherê ye bes ev zanîngeh di parzemîna Afrîqayê de ye. Yarastî  Asya bi erdnîgariya xwe  û bi Misilmanên niştecihên xwe ve mezintirîn parzemîn e. Jiber vê rastiyê divê ku di parzemîna Asyayê de bi qasê mezinbûna wê zanîngeheke mezin were avakirin, da ku nijadperestî milletên Îslamê yên wek Erebistan, Hindistan, Îran, Qafqas, Turkistan û Kurdistanê nebefesadê. Her wiha fen, felsefe û ilûmê dîniye bihev re hevrêbe. Divê şaristaniya Ewrûpî di gel heqîqetên Îslamî sulhê bike.[13]

Taybetî: Dema ku li nav eşîrên Kurdandigere rewşaKurdan tesbît dike, liser paşdamayîna wan radiweste. Dibîne ku kapika îttîhadê û şerîta muhebbetê zeîfbûye. Herwiha tesbîtasê cewherênku pêwist e Kurd wan biparêzin dike: Îslamiyet, însaniyet û milliyeta musbet.  Her wiha tesbîta sê dijminên ku wan cewherên Kurdan xerab dikin tîne ziman: Yek Feqîrtî ye ku çil hezar hemalên Stenbolê delîlê vê ye, dudu cehalet û bêxwendinî ye,  sê dijminî û îxtilaf e ku qeweta Kurdan winda dike. Wesiyata paşîn, xwendin xwendin û desthevgirtin desthevgirtin.[14]
Di vê mijarê de şagirtê Seîdê Nûrsî yê binavê Hemzeyê Muksî armanca Seyda wiha tîne ziman:  Armanca Seyda ya herî mezin ew bû ku li Kurdistanê sê medreseyên mîna zanîngehan ava bike, yek li Wanê yek li Bedlîsê yek jî li Diyarbekirê.

“Ez mizgînî didim ku di demekê nêzde wê li temamiya Kurdistanê medresyên wendabûyî bêne sazkirin û deverên ku medrese tunebin wê medrese bên avakirin”[15]

Herwiha Seydayê Nûrsî di berhemên xwe de sebebê çûyîna xwe ya Stenbolê wiha tîne ziman:“Min li Kurdistanê halê kurdan yê perişan didît. Min fêmkir ku dê xilasiya me bi saya ilmên nûjen yên medenî çêbibe. Ji ber ku alimên dînî xwe nêzikî ilmên fenîbikin divê rêyekexeranebûyî ya van ilman âlim bin. Jêderek wan jî medresebin. Lewra hevsarê îradeya Kurdan di deste aliman de ye. Jiber vê yekê di dewra îstibdadê de bi xeyala ku em xelas û kêfxweşbibin ez hatim Stenbolê. Îstîbdadên ku niha li cihên cuda cuda tên dîtin wê deme bi tevahî di Siltanê Ezilkirî de muşexxesbibû. Lê dîsa min meaş û qenciya wî ya wekî mafê dengnekirinê qebûl nekir. Min eqlê xwe fedakir lê min dev ji azadiya xwe berneda û min stûyê xwe jê re xwar nekir. Ev dusalinku ez li vê dere ji bo perwerde û hîndekariyê berbelav bikim dixebitim, piraniya Stenboliyan bi vê dizanin.”[16]

Pişte ku girîngiyavê projeyê ji xelkên Kurdistanê re vedibêje: ango dibe tercumanê dilê wan wiha diaxive

“Eyyuhel ewam! Anihabi xatirê we hûn rawestin,  dozek min a bi xewasan re heye. Divê bi wan re biaxivim. Li hemberî hukûmet, eşraf û giregirên îttihad û teraqiyan meseleyeke mina muhîm heye.

Gelî tebeqeya xwesan! Em ewam û ehlê medreseyan heqqê xwe ji we dixwazin.

Em ji we dixwazin ku bila kirinên wegotinên we tesdîqbikin. Qusûrên kesên din ji xwe re nekin ‘uzir. Karû xebatan navêjin ser hev, xizmetkirina ji me re ya ku li ser we wacibe pêk bînin, tembeliyê nekin. Xeletiyênweyên jidestê we çûne careke din divê hûn telafi bikin û guhdariya rewşame bikin. Divê hûn ji hewceyiyên me re hinekî kêfa xwe terk bikin û li halê me bipirsin[17]

Elhasil em dixwazin ku îstiqbala pêşeroja Kurdan û ya alimên Kurdan bêtemînkirin. Em para xwe ya di me’na Îttihad û Teraqiyê de dixwazin. Em tiştekî ku libal we pir sivik lêbelê li bal me pir mezine dixwazin.

Damezirandina Medresetuz-Zehrayê dixwazin ku unîversîteyê jî digire nav xwe ku ew medrese bi me’na xwe xuşka “Camîu’l-Ezherê”ye. Divê ev medreseya hanê li Bedlîsê û du hevalên xwe ku evana du baskên wê ne li Wanê û Diyarbekirê werin avakirin. Emîn bibin emKurd ne mîna xelkê dinin. Bi yeqînî emdizanin ku jiyana meya civakî ji jiyan û seadeta Tirkan dertê.”

Di vê navberê de daxwaznamekî ku ji sazîyên fermîra nivîsîyê balê dikşîne li ser xalên giring

Her çendan rewş û halê xelkên kurdistanê ji terfê hûkumetê ve bê zanîn jî ku di nav gelên Osmanî de cihekî giring digre. Lêbelê di mijara xizmetên ilmî yên pîroz de Ez telba destura pêşkêşkirna daxwazên xwe dikem. Di vê cihana bi şaristanî de û di vê dewra pêşveçûn û pêşbazîyê de wek biraderên xwe yên din jibo lehevanîna gavê pêşveçûnê ku Hukmetê di bajarok û gondên Kurdan de dibistan avakirne bi spasdarî bê pêşwazîkirin jî, Tenê zarokên ku zimanê tirkî dizanın jê istifade dikin. Jiber nezanîna zimanê tirkî zarokên kurd tenê medresan wek çavkanîya perwerdehî û fezîletê dizanin jibo ku mamosteyên dibistanan jî zimanê kurdî nizanin êdî zarokên kurdan ji perwerdehîyê mehrum dimînin evyek jî, bi  xwe re vexwendina  şemateta rojavayî yan tîne. Ji  mêj ve Ew kesên k udi her avayê de  ji kurdan kêmtirbûn  îro ji paşmayîna wan istifade dike. Ev jî kesayetên hemîyetperwer têxe nav gumananEv hersi xalên ha di paşerojê de jibo kurdan darbeyekî mezin hazirdike.[18]

Seyda Şertên avakirna Medresetuz-Zehrayê bi kurtasî wiha diyardike:

1.Bi navê medresê bê binavkirin ku ev nav hînbûyî û naskirî û dost û balkêş û şewqengîz û rûmetdare. Hem jî jibo ku heqîqetek mezin di xwe de dihewîne divê bi vî navî were binavkirin.

2. Divê ku tê de fennên cedîde bi ilmên medreseyê re bên mezckirin û zimanê Erebî wacib, Kurdî caiz, Tirkî lazim were girtin.

Ez dixwazim li ser vî şertê duyemîn hinekîrawestim. Hinek kesên xêrnexwaz bêyî ku ji berhem û jiyana Seyda fêm bikin dibêjin, Seyda ziman bi têgehên wacib lazim û caiz parkiriye. Ev tê wêmaneyê ku Seyda di mekteb û zanîngehên fermîde nexwestiye Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Lê ev nêrîn xelete, dijê baweriya Seydayê Nûrsî ye. Lewra seyda ev parkirintene ji bo Medresetuz-Zehrayê gotiye û mebest ji caizbûnê jî serbestî ye. Yanê divê zimanê Kurdî were serbestkirin, wekî din di mijara zimanê perwerdehiya Kurdistanê de ji seratayî heya amadeyîyê divê bi zimanê zikmakî were dayin. Di pencerekî dinde em binirxînin: di dema ku ustad ev daxwaz dikir, Kurdan ji sedî 100 Kurdî zanibûn. Û ji sedî 90-95, ji xêrî Kurdî tu ziman jî nizanibûn. Dibe ku “caîz”bûna ustad,  di maneya ferzê de be. lewra, wê demê ji ber ku Kurdî wek Erebî û Tirkî, ne di rewacê de bû.Ustad mealen dibêje, em Kurdî di warê perwerdehiyê de wek Erebî û Tirkî meşrû (caîz) bikin.

3. Ji alimên Kurd ên ku zilcenaheyn ango dubaskîbin û bawerdarên Kurdan bin, werin hilbijartinê

4. Divê li ser qabiliyetên Kurdan were fikirîn û sebebê basîtmayîna wan liber çavan were girtin. Lewra gelek kinc hene ku ji bejnekê re rind, ji hinek bejnên din re ne xweştên. Divêperwerdehî li gorê qabiliyeta şagirtan were dayîn.

5. Digel dersên hevpar azîneya pisporî were tetbîqkirin

6. Ji xwendekarên wê re peydakirina hatineke ku pê debara xwe bikin, hem jî divê medrese bi mektebên bilind yên resmî re wekhev bê girtin.Divê ku îmtihanên medreseyê mîna îmtihanên fermî bi encam bin da ku yên jê mezûn dibin betal û bêîş nemînin.

7.Divê ku faqulteya bilind a mamostetiyê muweqeten dibin vê medresyê de were girtin daku întîzam û tefeyûz ji wî derbasî medresryê be. Bi vî awayî fezîlet û diyanet jî ji vê medrese derbasî wê faqulteye bibe

8. Divê ew perwerdehiya ferdî ku di Kurdistanê de kevneşopiyek berdewamî ye biguhere û bibe perwerdehiya polî û komî.[19]

Dawî

Seydayê Bedîuzzeman xwestiye kudi bin siya vê projeyê de şerê mekteb û medresan, wekî din şerêdi navbera âlim û rewşenbîran de ku ji Fermana Tanzîmatê heta îro hatiye çareserbibe. Li gor baweriya Seyda, îxtilafadi navbera ilmên dînî û ilmên felsefî tenê bi vê rêyê dikare were çareserkirin. Lewra ligor Ustaz, ronahiya wijdanê, zanista dîniye û rewneqa hiş û fennên şarezatiyê ye Bi wan her du baskan ango bixwendina wan herdu zanistan zîrekî û çalakvaniya şagirtan perwazdibe. Eger ew herdu zanist jihev cuda bibin wê ji mekteban hîle û gumanbarî; wê ji medreseyan jî teqlîd û korbawerî derkeve. Seyda dîtiye ku sedemên paşketina Osmaniyan ew bûne ku: di serî demedresan deriyê xwe ji ilmen fennî regirtine, mekteban dîn di dilan de hebis kiriye, tekyeyên ku bi xurafeyan bûne dînfiroş. Herwiha çareseriyê jî di lihevanîna wan de dibîne wê jî wiha tîne ziman. Min sed carî gotiye, ez dîsa bêjim divê ehlê medreseyê, ehlê mektebê û ehle tekyayê lihev werin da ku meyla hevbikin li hev bibanin û danûstandina fikrû remanan biken, qetnebe li ser armancê bigihîjin hev.

Heke Îslam derve were temaşekirin, menzîleke wê mekteb, hucreyeke wê medrese, goşeyeke wê zawiye û salona wê jî dibe komcivîna hemûyan. Jibo ku heryek kêmasiyên din tekmsîlbike wek meclîsek şûrayê di şiklê qesreke qewîya nuranîde xwe bi de nîşandin çawa ku neynik bi qasê xwe rojê temsîldike Mederesetuzzehra jî wê qesra İlahî, ji derve de bi de temsilkirin

Pêşnîyar

Li ser bingeha lihev anîna pêşeroj (mazî) bi paşerojê(musteqbel) em li tarîxa xwe binerin ka gelo Ew kesên Xwedîyê vê projê avêtin timarxanê û girtîgehê ji bo ku perwerdehî bê paşêxistin teklîfa meaş lê kirin. wan ji paşeroja mere wek mîratejibilê nijadperestî, şer û koştinê çi heştin. Jibo ku zarokê sedsal pişte me nebin neyarê me pêwiste Nunerên Dewletê ji meqsedên Tarî û ji fikren nijadperestîyê azadbin li şuna Qereqolan medrese bên avakirin. bi te’bîra Seyda:  Teşebûsa rêvekirna li ber adet û zimanê neteweyî yên ku sebebe hebuna her qawmîne bêne vekirin ji bona vêyekê pêwiste kirin tesdîqa gotinan bike

1. Jibo şkandına pêşbiryara navbera Mektep û medrsan divê ku modela Perwerdehîya Mederesetuzzehrayê bê tetbîqkirin

2.Ji bo mekteb û medrese bi kêmasîyê xwe baştirîn bizanbin divê ev proje were pratîzekirin

3. Jibo muferedata mekteban ji me’nayê îsmî derbazê me’nayê herfîbe jibo di medresande ku mezheb û meşreb û kitêb bibne şefaf û eynika Qur’anê divê ev proje were tetbîqkirin

1.Jibo ku ev herêm kumê kurdî û ebayekî Erebî şalekî Tirkî li bejna xwe bike bi aşîtî jiyan bike lazime tetbîqa vê projeyê

ÇAVKANÎ

BADILLI, Abdülkadir, Bediüzzaman Said Nursi- Mufassal Tarihçe-i Hayat, 

BALTACI,Cahîd İslam Medeniyet Tarîhî, Vakif Yayınları.

ÇİÇEK,M.Halil,Şerq Medreselerin Serencami,  Beyan Yayınları, 

ÎBNÛ XELQAN, Wilayetul’ eyyan û Tarîxû Ebnaî Zaman, Qahîre,

KOMİSYON, Bütün Yönleriyle Asrê Saadette İslam, Beyan Yayınları.

KURDİ, Said,Kürd ve Teavun Gazetesî, sal 1908 hejmar 1 rûpel 7

              _______ Şark ve Kürdüstan Gazetesi sayı 1,19 Teşrini Sani 1324/1908

KURDΠ  BedîuzzamanSaîdê, Nutuk, Kütüphane-i Dersaadet, 

KURDÎZADE, Ahmet Ramîz, İki Mekteb-i musibettin şahadetnamesi.

MUKSÎ, Hemzeyê, Bedîuzzeman Seîdê Nursinin Tercüme Halinde bir hulasa, (Der. Mustafa Süzen),  Ankara 2000.

M.Dağ R. Öymen,Mecmeul’udeba (werger M.Dağ R. Öymen),.

NURSÎ,Abdurrahman,Bedîuzzaman hayatı,  Nubîhar Yayınları,  İstanbul 1997.

NURSÎ,Bedîuzzaman Seîdê, Munazarat, Zehra Yayıncılık.

              ________ Munazarat, ( wergêra Kurdî),  Zehra Yayıncılık, s.

SUBKİ, Tebeqetuşşafiyye, Kahîre.

ZİNAR,Zeynulabidin,www.enstityakurdî.com. Kowara lêkolînê h.14., 2009


[1] Komisyon, Bütün Yönleriyle Asrê Saadette İslam, Beyan Yayınları, c.I, s.368

[2] Cahîd Baltacı, İslam Medeniyet Tarîhî, Vakif Yayınları, s.153

[3]M.Dağ R. Öymen,Mecmeul’udeba (werger M.Dağ R. Öymen),  s.119- 169
[4] Baltacı, a.g.e.,s.153

[5] Subki, Tebetuşşafiyye, Kahîre, c. I,  s. 137

[6] Îbnû xelqan,Wilayetul’ eyyan û Tarîxû Ebnaî Zaman,Qahîre,1299.

[7] M.Halil Çiçek, Şerq Medreselerin Serencami, Beyan Yayınları,  s. 46

[8]www.enstityakurdî.com.Zeynulabidin ZİNAR, Kowara lêkolînê h.14.,p.2009

[9] Hemzeyê Muksî, Bedîuzzeman Seîdê Nursinin Tercüme Halinde bir hulasa, (Der. Mustafa Süzen),  Ankara 2000, s. 2
[10] Abdurrahman Nursî, Bedîuzzaman hayatı, Nubîhar Yayınları,  İstanbul 1997, s. 18
[11] Abdülkadir Badıllı, Bediüzzaman Said Nursi- Mufassal Tarihçe-i Hayat, 
[12]Bedîuzzaman Saîdê Kurdî, Nutuk Kütüphane-İçtihad Dersaadet,  s.5 1326/1910
[13]Said Kurdi, Kürd ve Teavun Gazetesî, sal 1908 hejmar 1 rûpel 7

[14]Hemzeyê Muksî,a.g.e., s.

[15]Said Kurdi, Kürd ve Teavun Gazetesî, sal 1908 hejmar 1 rûpel 7

[16] Kurdîzade Ahmet Ramîz, İki Mekteb-i musibettin şahadetnamesi, dinav dersen civakî de s.154

[17] Bedîuzzaman Seîdê Nursî,  Munazarat,(içtimaî dersler içinde) Zehra Yayıncılık, s.140

[18]Şark ve Kürdüstan Gazetesi sayı 1,19 Teşrini Sani 1324/1908

[19] Bedîuzzaman Seîdê Nursî,  Munazarat, ( wergêra Kurdî Ayhan Meretowar),  Zehra Yayıncılık, İstanbul, s.85

 
Medrsetüzzehra Sempozyumu, Van 12-14 Ekim 2012, Risale Akademi, Bilimsel Etkinlikler Serisi: 8, s. 697-710, Ankara. 
popüler cevapdünya atlası