BEDÎUZZEMAN SEÎDÊ NURSÎ Û XUTBA WÎ YA ŞAMÊ

Eklenme Tarihi: 12 Şubat 2017 | Güncelleme Tarihi: 12 Şubat 2017

Bedrettin Basuğuy[1]      

Kurte

Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî, yek ji ‘alim û mutefekkirên Kurd yê ‘esra 20’an e. Li Bedlîsa Kurdistana Bakur ji dayik bûye, li medrereseyên cuda yên Kurdistanê xwendina xwe ya ‘ilmî, îslamî û fennî qedandiyê û li Rojavayê Tirkiye têkoşîna xwe daniye. Bi salan di heps û zindanê dewleta Tirk de maye û bi hezaran rûpel rîsaleyên xwe nivîsiyê û weşandiye. 

Mijara gotara me jîyan û şexsîyeta Bedîuzzeman û berhemeke wî ya dewra Se’îdê Kevn e. Navê vê berhemê Xutba Şamê ye. Berî niha bi sed salî, di sala 1911’an de li Şamê, li Camiya Emewiyê ev xutbe hatibû xwendin ku bi sedan alim û bi hezaran misilman tevlî guhdarîkirina vê xutbeyê bibûn. Em jî di vê meqaleyê de berê xwe didin naveroka vê berhemê. Ji bo pirsgirêkên ‘Alema Îslamê, tesbît û pêşniyarên Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî çi ne em ê li ser wan bisekinin. 

Peyvên Sereke: Said Nursî, Xutbeya Şamé, Kurd, Misilman

Abstract

Bediuzzaman Said Norsi is one of the famous Kurdish intellectual and theologian of the twentieth century. He was born in Nurs, a Kurdish village in the Ottoman Bitlis Province in Kurdistan. He completed his religious and scientific education in different Kurdish madrasas. Bediuzzaman remained in prisons for the sake of his purposes for many years. He wrote tousands of pages about Islam, faith, morality and social problems.

We  will deal with the life and character of Bediuzzaman and his historical sermon, The Damascus Sermon in this article. While visiting Damascus in early 1911, Bediuzzaman Said Nursi was invited by the religious authorities there to give a sermon in the historic Umayyad Mosque. On their insistence he agreed, and delivered a sermon to a gathering of close on ten thousand, including one hundred scholars. We will examine the critisizm and  suggestion in this sermon about muslim communities.  

Keywords: Bediuzzzaman,  Said Nursi, The Damascus Sermon, Kurdish, Muslim

 

Destpêk

Dema ku em li jiyana Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî dinihêrin em dibînin ku her daîm bi projeyên xwe yên jîndar xebitiye û li pey fikr û ramana xwe sekiniye. Ji bo encamdana van projeyan herdem xebata xwe domandiye. Di sala 1907’an de dema ku ji bo daxwaznameya xwe bide Mabeynê diçe Stenbolê, hewl dide û dixwaze ku pirsgirêkên Kurdan ji hukûmetê re vebêjê û teheqquqa wan bi dest xe. Hukûmeta Stenbolê li ser vê daxwaznameyê wî pêşiyê dixe timarxaneyê paşê jî davêje girtîgehê. Lê dîsa jî ew ji vê armanca xwe danagere. 3-4 sal şûnde vê pirsgirêkê di berhema xwe ya bi navê Munazaratê de diweşîne[2].

Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî, jiyana xwe dabeşî du qisman kiriye. Ya ‘ewil wekî Se’idê Kevn ya din jî wekî Se’îdê Nû bi nav kiriye. Her qismek xwedî xusûsiyetên taybet in. Helbet hin guherîn û bûyerên girîng dikeve nava rûpelên herdû Se’îdan. Herwiha berhemên wî jî di nava van du beş jiyana wî de belav bûne. Hin berhem ji dewra Se’idê Kevn in hin jî ji dewra Se’îdê Nû ne. Berhemên wî yên kevn bêhtir mijarên siyasî, felsefî, civakî ne. Lê berhemên wî yên dewra Se’îdê Nû bêtir li ser îman û ‘eqîdeyê hatine nivîsandin.

Çiqas encamên neyînî derketin jî, wî dev ji vê armanca xwe berneda. Herwiha ji bo projeya xwe ya navneteweyî ya Medresetuzzehrayê jî heta ku hêl tê de hebû hewl da ku ev zanîngeh li bajarê Wanê vebe. Dema ku li Enqerê bû di sala 1922’an de ji bo Medresetuzzehrayê pêşniyara xwe pêşkêş kiribû û 163 parlemenan ev teklîf qebûl kiribû. Lê bûyerên wê demê derfeta ku li Enqereyê bimîne nedayê. Dîsa jî ev projeya xwe tu carî di hişê xwe de betal nekiribû. Di sala 1951’ê de dibihîze ku partiya Demoqrat hewl dide ku li rojhilatê zanîngehekê veke, şa dibe û wê weke pêşketineke bixêr binav dike. Weke van mînakan, wî pirsgirêkên  cemiyeta misilman - a her diçû ber bi xerabiyê ve diçû-, jî dabû ber xwe û Xutba Şamê weke firsendekê nirxandibû.   

Sedsala 19. Ji bo gelên misilman gelek guherînên mezin di xwe de hewandiye. Li hember civaka rojava, milletên misilman jar û zeîf ketine. Serdestî xwe radestî milletên Ewrûpî kiriye. Li her welatê misilman bi awayekî eşkera tê dîtin ku, Ewrûpî bi zilm û te’deyê dagirkeriyê pêk tînin. Bi van kirinên xedar civaka misilman dikeve nava bêumîdiyê. Dewleta Osmanî êdi nikare li xwe û li milletên xwe xwedî derkeve. Ji bo xelaskirina Dewleta Osmanî jî gelek raman têne pêşniyar kirin. Lêbelê tu jî fêdê nadin. Di nava milletên misilman de lasayî/teqlîda Ewrûpiyan bi pêş dikeve. Li ser lasayiya rojava, nîqaşên mezin dikeve nava milletên misilman. Hin dibêjin em tenê ji aliyê zanistî û ilmî ve ji wan îstîfade bikin hin jî dibêjin em bi her awayî bidin ser şopa wan.

Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî jî bi pêşniyar û çareseriya pirsgirêkên milletên misilman tevlî van nîqaşan dibe. Ew di vê baweriyê de ye ku misilmanan kengî dev ji esasên bingehîn ên dînê îslamê berdane, paşve çûne û rojavayî jî kengî ku dev ji esasatên dînê xwe berdane pêş ketine. Ev jî tê vê wateyê ku xelasiya gelên misilman û çareseriya pirsgirêkên wan tenê bi îslamê pêkan e. Yan na misilman her tim layîqî parsekiya destê xelkê ne. Bêhêvîtiyê, tedenniyê û bêtevgeriyê weke li dij îslamê dibîne û bi vî awayî reçeteyan ji rewşa xerab a misilmanan re pêşniyar dike. Ji bo çareseriyê tehlîlan dike û ji bo xelasiyê jî riyan radixe ber çavan. Bi vî awayî pêşketina maddî jî ji bo vê serdemê pêwist dibîne û rexneyên tûj li pozîtivîstên ku dibêjin “ dîn em paşve hiştin” dike. Herwiha bi rê û rêbaza xwe îsbata vê mijarê jî dike.

Berhema wî ya Xutba Şamê, bi van mijaran mijûl dibe. Pêşî nexweşiyên misilmanan teşxîs dike û paşê jî çareseriyan weke reçeteyan dinivîse. Ev berhem di nava hefteyekê de du caran bi Erebî li Şamê tê çapkirin, paşê dîsa bi Erebî li Stenbolê çap dibe. Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî bi wergera xwe Tirkiya wê jî dinivîse. Xutba Şamê, sedemên paşvemayîna li hember Rojava û sedemên binketina misilmanan lêdikole. Pirsgirêkên misilmanên berî niha bi 100 salî jî li ber çavan datîne û herwiha bi misilmanên niha re jî axaftinê dike û li gorî pêdiviyên vê sedsalê jî difikire. 

Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî Kî ye?

Bedi’uzzeman Se’îd Nûrsî, yek ji mutefkkir û alimên herî navdar ên sedsala bîstan e. Di sala 1878[3]an de li bajarê Bedlîsê, navçeya Hîzanê Nahiyeya Îsparîtê gundê Norsê hatiye dinyayê. Di 23 Adar 1960’an de li Rihayê çûye ber dilovaniya Xwedê. Bi jîrekî û jêhatîbûna xwe ve hêj di zarokatiya xwe de bala herkesî dikişand ser xwe. Wê demê di medreseyên Kurdistanê de perwerdehî bi Kurdî û Farisî bû.[4] Bedî’uzzeman jî di 7-8 saliya xwe de li cem birayê xwe Mela ‘Ebdullah dest bi xwendinê kir. Di demeke kin de li gundê Taxê li medreseya Mela Muhemmed Emîn û li gundê Pirmisê li cem Muderrîs Şêx Nûr Mûhemmed dixwîne. Di wê demê de li hin medreseyên din jî dixwîne lêbelê ji ber ku temenê wî biçûk bû rûberî gelek tengasiyan tê. Di sala 1891’ê de li Bazîdê li cem Şêx Mûhemmed Celalî sê mehan dixwîne û îcazeta xwe werdigire. Dema ku li Bazîdê dixwend diçû ser tirba Ehemedê Xanî[5] û bi şev di tirba wî de dima. Bi jêhatîbûn û jîrektiya xwe ya di ‘ilmê de layîqî leqeba Bedî’uzzemanhatedîtin.

Se’îdê Nûrsî, him perwerdehiya medreseyê qedandibû him bi ‘zanistên fennê re mijûl bibû him jî bi rûdanên dinyayê re têkildar bû. Herwiha ji bo pirsgirêkên Kurdistana ku zarokatiya wî lê derbas bibû jî, serê xwe diêşand û dabû pey çareseriya problemên Kurdan. Nûrsî, ji bo gelên Kurdistanî perwerdehiyeke dubaskî pêşniyar dikir û dixwest ku li Kurdistanê Zanîngehek bête avakirin. Bi navê Medresetuzzehrayê[6] di vê zanîngehê de ‘ilmên dînî û fennî bi hev re bête xwendin. Zimanê perwerdehiyê jî dê Kurdî, Erebî û Tirkî be. Ji bo vê armancê di sala 1907’an de tê Stenbolê. 

Li Stenbolê di demeke kin de xwe bi ‘alema zanista Stenbolê dide qebûlkirin. Di hin rojnameyan de gotaran pêşkêş dike û li ser pirsgirêkên ‘alema Îslamê disekine. Mijarên meşrûtiyet û hurriyêtê mijarên sereke yên gotarên wî bûn. Di bûyera 31’ê Adara 1909’an de roleke erênî û girîng dilîze. Tevê vî halê wî jî wî derdixîn dadgehê lê berat dike. Piştî vê bûyerê ji Stenbolê vedigere Wanê. 

Dema ku herba cîhanê ya yekem dest pê dike,  li Wanê tevlî xwendevanên xwe beşdarî herbê dibe. Di vê herbê de gelek xwendevanên wî şehîd dikevin. Ew jî di parastina Bedlîsê de birîndar dibe û dîl dikeve. Nêzî du sal û nîvê li Rûsyayê di binê esareta Rûsan de dimîne. Piştî du sal û nîvan fîrar dike, li ser Varşovayê, Viyanayê û Sofyayê xwe digihîne Stenbolê.   

Li Stenbolê ji layê ehlê ‘ilmê û rîcalê dewletê, bi teweccuheke mezin tête pêşwazîkirin. Di vê demê de weke ‘ezayê Darul Hikmetul Îslamiyye tête hilbijartin. Di vî karî de bi pereyên ku dikeve destê wî, berhemên xwe çap dike û wan bêheqdest belav dike. Di dema dagirkirina Stenbolê de pirtûkeke bi navê Xutuwatê Sitte diweşîne û bi vê pirtûkê plan û porjeyên dijminan betal dike. Li hember van xizmetên wî yên watedar Mistefa Kemal bi aweyekî musirrane wî vedixwîne Enqereyê.  

Nûrsî, di dawiya sala 1922’an de diçe Enqerê û di meclîsê de bi awayekî fermî tête pêşwazîkirin. Dema ku li Enqerê ye helwesta hukûmeta nû ya li hember dînê Îslamê nebaş dibîne û li ser vê helwesta xebîs beyanameyekê/fezlekeyekê dinîvîse û li parlemanê belav dike. Di vê beyanameyê de mîmarên înqîlaba nû vedixwîne şe’aîrên Îslamê. Piştî vê manîfestoya wî çend carên din jî bi Mistefa Kemal re hevdîtinan pêk tîne. Piştî ku diyalogên wî yê bi Mistefa Kemal re nebaş diçe, ji wî re teklîfa wa’îzîtiya gelemperî ya rojhilatê, parlemanî û endamtiya diyanetê tête kirin. Lêbelê Se’îdê Nûrsî van teklîfana red dike û vedigere Wanê.

Di wan deman de bi boneya/minasebeta serhildana Şêx Se’îd, tevî ku ‘eleqeya wî pê re tunebû jî, ji Wanê wî mişextî Bûrdûrê, ji wir jî mişextî nahiyeya Îsparta, Barlayê dikin. Li vê derê dest bi nivîsandina berhemên kulliyata Rîsaleyên Nûr dike. Di demeke gelek hindik de berhemên wî di nava gel de belav dibin û leqayî tewecuheke mezin tê. Dewleta Tirk ji xebatên wî ditirse û di sala 1935’an li Eskîşehîrê, di sala 1943’an li Efyonê û di sala 1952’an de li Setenbolê tête dadgehkirin. Ji van mehkemeyan tu encam nayê standin lê belê dîsa jî dewletê dest jê bernade û li Kastamonûyê, li Emîrdaxê û li Îspartayê teressudeke tund dimeşîne û herdem di binçavan de tê teqîbkirin. Wî 28 salê xwe di hepisxaneyan de derbas kir. 

Ev mi’ameleya keyfî ya dewletê heta nêzî wefata wî jî domand.  Nêzîkî wefata xwe dixwaze were Rihayê. Di 23 Adar 1960’an de li Rihayê wefat dike.
 

Xutbeya Şamé

“Xutbeya Şamê”, xutbeya ku Seydayê Bedîuzzeman Seîd-i Kurdî, di sî û pênc saliya xwe de, sala 1911an de, li Şamê, li ser israra alimên Şamî, li Camiya Emewî bi Erebî îrad kiriye. Ji ber ku xwedî girîngiyeke gelek mezin e, wê hingê li Şamê, di nav hefteyekê de, du caran hatiye çapkirin. Xutbeya Şamê ji ber ehemmiyeta xwe, 1951 an de ji aliyê muellifê wê Bedîuzzeman Seîd Nûrsî ve bi Tirkî hatîye wergerandin û weşandin. Xutbeya Şamé piştî wefata Mele Seîd, ji alîyê gellek weşanxana ve hatîye çap kirin.[7]

 

Dema Xwendina Xutbeya Şamé de Rewşa Mislimanan

Dema ku Xutbeya Şamê tê îrad kirin du pirsgirikên mezin li nav mislimanan de qewimî bû. Yek problema xaricî bû ku wê demê ‘alema islamê di bin tasallûta Ewrûpaîyan da bû û ji ber vê yekê dewleta ‘Usmanîyan jî ber bi hilşandinê ve diçû; ya diduyan jî problema daxîlî bû ku mislimanan bîr û bawerîyên xwe wenda kiribûn, bé hêvî mabûn û bed exlaqî di nav wan da peyda bibû. Di derûnê mislimanan de bindestî û bêçaretî derketibû holé û gellekan wekî sedemên paşvamayînê dînê islamê didîtin. Mislimanan di bin zor destîye Xerbé de xwe wenda kiribûn û ketibûn çolistana wehşetê.   Ji ber van sedeman mele Seîdê Kurdî vê xutbeya xwe ya dîrokî  wekî manîfestoyake exlaq û huqûqê dixwîne û tesîra vê xutbe li ser rewşa mislimanan gellekî çêdibe.

 

Naveroka Xutbeya Şamé[8]

Xutbeya Şamê ewwilî sebebên pêşvaçûna Ewrûpayê û paşvamayîna mislimanan dide berçava. Dema ku seyda van sedeman dide ber çava, behsa nexweşîyên mislimanan dike û van nexweşîyan teşhîs dike.  Ji ber vê yekê mirov dikare bêje ku ev Xutbe ji alîyekî va xwerexnekirina/self-critisizma mislimana ne. Ev, nuqteke girîng e. Lewra entelijansên mislimanan dema ku paşvamayîna xwe dinhêrîn, sedemên hundurîn zor caran nedidîtin, tenê sedemên derveyî didîtin. Seydayê Bedîuzzeman, wexta ku nexweşîyên mislimanan tîne ziman weha dibêje:

“Min di vî zemanî û vê zemînê de, di medreseya heyata civakî ya beşerî de ders girt û hîn bûm ku: Sedemê ku biyanî û Ewrûpî, tevî ku di pêşveçûnê de firiyan îstiqbalê û wan em, ji aliyê maddî ve di sedsalên navîn de hiştin û wan em dan sekinandin, şeş heb nexweşîn in.”[9] Mele Seîd van nexweşîya waha dîyar dike:

Ya yekê: Di nav me de hêşînbûn û vejîna yeis û bêhêvîtiyê.

Ya duduyan: Di heyata îctîmaî/civakî ya siyasî de, mirina rastiyê.

Ya sisêyan: Hezkirina ji neyartiyê.

Ya çaran: Nezanîna bi wan rabiteyên nûranî ku ehlê îmanê bi hev ve girê didin.

Ya pêncan: Îstîbdada ku mîna nexweşînên cûre bi cûre yên mîna sarî/şofî belav dikin.

Ya şeşan: Bi menfaeta şexsî re girêdana himmetê[10].

Ev şeş nexweşî, problemên serekî yên mislimanan bûn û her daîm cesaret û hêvîya mislimanan dişikand. Di eslê xwe de ev nexweşi bi piranî exlaqî bûn û kêmasîya tekamula exlaqê dibû sebebê van nexweşîyan. Sebebekî van nexweşîya jî ev bû ku mislimanan tesewwura medenîyeta İslamê wenda kiribûn û heqîqeta islamê di bin tebeqeyên zordarî û nezaniyê de perîşan mabû.

Mele Seîd, piştî tesbît û teşxiskirina van nexweşîyan, dest bi tedawîya van nexweşîyên dijwar dike û di vê derbarê de weha dibêje:

“Mele Seîd, dermanê van şeş nexweşînên bidehşet jî, ji eczaxaneya Quranê ders girtiye û  ji bo van nexweşîyan, çareyan waha dîyar dike

  1. ‘el-Emel/ Hêvî: Li goré Bedîuzzeman, nexweşîya mislimanan ya herî mezin béhêvîtî ye. Béhêvîtî mani’ê her cûre pêşveçûyînê ye. Yên ku mirovan jînde dike hêvî ye û yên ku mirovan dikuje bêhîvîtî ye. Divê mirov bi awayekî qewî, hêvîya xwe bide ser rehmeta îlahî. Ji bo hêvîyê jî hemîyet lazim e. Hemîyet jî ewe ku mirov li hemberê astengên dijwar, bi zexmî bisekine.

Bedîuzzeman, berevajiyê pozbilindiya béhêvîtîyê, bi dengekî bilind mizgîn dide kû ayenda mislimanan ronahî ye. Nexwe divê em qîma xwe bi qedera Îlahî ya niha û bi qismetê xwe bînin ku îca ji me re îstiqbaleke ronak; ji biyaniyan re rabirdûyeke tevlihev ketiye. Lé ji bo ayendeyeke ronahî divê misliman hadîseyên bidehşet ên qernên derbasbûyî ibret bigrin, xwe rexne bikin ta ku bikaribin di meydana medenîyetê de xwera cîyekî bilind bigrin.

Li gor Mele Seîd, heşt bendên bidehşet bûn asteng ku heqîqetên İslamê di esrên derbasbûyî de bi temamî belav nebûn. Ev heşt bend ev in:

“Bend û Astengên Yekê, Duduyan û Sisêyan: Cehla ecnebiyan/biyaniyan û wehşeta wan a wê hingê û te’essûbên wan ên ser dînê wan in. Ev sê bend, bi marîfet û xweşikiyên medeniyetê şikestin; wa ye li ber şikestinê ne, ha şikestin ha şikestin.

Bend û Astengên Çaran û Pêncan: Riyaseta keşe û reîsên rûhanî û kukumkirina wan ecnebiyan e ku ew, bi awayekî nedîtî nebînayî wan teqlîd dikin. Bi fikra azadiyê û meyla lêkolîna li ser heqîqetê ku di nav merivan de dest pê kir, ev her du bend jî, êdî diçin zewalê.

Bend û Astengên Şeşan û Heftan: Îstîbdada cem me û exlaqê me yê nebaş ku ji ber muxalefa şerî’etê dihat, wan asteng dikir. Îstîbdada şexsî ya bi şexsekî re ku ber bi dawîbûnê ve diçe, îşaret dike ku dê îstîbdadên bidehşet ên cemaet û komîteyan, piştî sî-çil salî bi dawî bibin û kelekela şedîd a xîreta Îslamê ku encamên kirêt ên exlaqê nebaş hat dîtin, ev her du bend ji holê radibin û wan dest pê kiriye ber bi dawîbûnê ve diçin. Înşellah dê bi temamî biqedin.

Bend û Astenga Heştan: ji ber ku hin meseleyên musbet ên fenên hemdem, weke dijber û muarizê me’neyên/wateyên aşîkar ên heqîqetên Îslamê hatin wehimkirin, bi qasê dereceyekê, li hember dagikeriya wê ya zemanê berê, sed kişandiye. Mesela: Ji ber ku bi navê Sewr û Hût du melaîketên rûhanî ku bi emrê Îlahî memûrê çavdêriya kureya erdê ne, wan weke gayekî cismanî wehim kirine, ehlê fen û felsefeyê jî, ji ber ku bi heqîqetê nizanibûne, li hember Îslamiyetê bûne muariz. Mîna vê mînakê sed mînak hene, piştî ku heqîqeta wan hatiye zanîn, feylesofê herî rikoyî jî mecbûrî teslîmbûnê dibe. Hetta Rîsaleyê Nûr, di Rîsaleya Mu’cîzeyên Quranê de, di bin her yek temamê wan ayetên ku fennê bela xwe lê xistibû de, lem’eyeke î’cazî ya Quranê nîşan dide, di kelîme û cumleyên Qurana Kerîm de ku ehlê fennê, weke sedema rexnegirtinê zenn dikir û heqîqetên bilind ên ku destê fennê nagihîjê, eşkere dike û wisa dike ku feylesofê herî zêde rikoyî jî, ji mecbûrî teslîm bibe. Li gadarê ye, yên ku bixwazin dikarin lê binihêrin û bila lê binihêrin; da bibînin ku ev asteng, piştî wê gotina ku berî çil û pênc salan hatiye gotin, bi çi awayî hatiye şikestin. Belê, di vê rêyê de telîfatên/berhemên hin lêkolerên Îslamî hene. Nîşane dixuyên ku ev astenga erjeng a heştem, dê zêr û zeber bibe. Erê îro nebe jî, piştî sî-çil salî, fen û marîfeta heqîqî û xweşiyên medeniyetê, ji bo ku van her sê qewetan baş dirust bike û cîhazên wê bidê û wan heşt astengan têk bibe û wan ji hev belav bike, meydana lêkolîna rastiyê û însaf û muhebbeta merivahiyê, şandiye heşt eniyên/cebheyên taîfeyên wan heşt dijminan. Ji destçûna wan, ji niha ve dest pê kiriye; xewa wan direvîne. Înşellah piştî nîv ‘esrî dê wan ji hev belawela bike. Erê nav û deng daye ku: “Fezîleta herî qet’î ew e ku dijminên wê jî, ji tesdîqa wê fezîletê re şahidî bikin.”[11]

2.  Sidq/Rastî:Ji bo tedawîya nexweşîyên mislimanan dermanekî muessîr jî rastî ye.  Bedîuzzeman rastîyé wekî bingeha Îslamê dinêrxîne. Li gor seyda rastî, rabiteya karekterên bilind e û mîzaca hissên wê yên bilind e. Nexwe divê em, sidq û rastiyê ku asasê heyata me ya civakî ne, di nav xwe de ihya bikin û pê, nexweşînên xwe yên me’newî, tedawî bikin.

Sidq û rastî, di jiyana civakî ya Îslamê de, uqdeyên/movikên jiyana civakî yên Îslamê ne. Riyakarî, awayekî ji wan awayên derewkariya fiîlî ye. Melaqî û tesennû’, derewkariyeke nemerdî ye. Nifaq û munafiqî,  derewîniyeke muzir e. Derewkarî jî, li Sani’ê Zulcelal nebûkariyek e.

Mele Seîd dibêje ku rizgarî, tenê bi sidq û rastiyê çê dibe. Zincîra ku naqete, sidq e. Ango zincîra herî muhkem ku divê meriv xwe pê ve girê bide, rastî ye. Divê rastî bibe bingehê hemî têkilî û mu‘amelatên me. Derewkerî bûye sebeb ku ewlehiya giştî û asayişa ser rûyê erdê serabin bûye.

3 .Hezkirin/Muhebbet:Bedîuzzeman dîyar dike ku tiştê herî zêde ku layiqê hezkirinê ye muhebbet e û sifeta herî zêde ku layiqê neyartiyê ye, xusûmet bi xwe ye. Ango hezkirin û sifeta hezkirinê ku jiyana sosyalî ya merivahiyê temîn dike û wê sewqî seadetê dike çi be, herî zêde ew hêjayî hezkirin û muhebbetê ye. Ew dijminî û neyartiya ku jiyana civakî ya merivahiyê serabin dike, ji her tiştî zêdetir ew musteheqî nefret û neyartiyê ye û meriv, divê xwe jê dûr bigre û sifeteke kirêt û muzirr e.

Sedemên hezkirinê, kelehên nûranî, zincîrên qewî û me’newî yên mîna îman, Îslamiyet, cinsiyet û însaniyetê ne. Sedemên neyartiyê, li hember ehlê îmanê, hin sedemên xusûsî yên mîna kevirên hûr in. Nexwe, yê ku li hember muslûmanekî, neyartiyeke jidil dike, xeletiyeke wisan mezin dike ku wan sedemên hezkirinê ku mîna çiyayan mezin in, biçûk dixîne.

  1. Mele Seîd, beyan dike ku vî zemanî, guneyekî merivekî, bi yekê namîne. Carcaran mezin dibe, sirayet dike, belav dibe. Yek xêrek jî, carcaran bi yekê nasekine. Dibe ku carcaran hetta bi hezaran dereceyî zêde dibe .

 Bi rabiteya vê milliyeta qudsî, hemû ehlê Îslamê û ferd dikevin hukmê yek eşîrekê. Taîfeyên Îslamê jî, bi uxuwweta Îslamê, bi hev û din ve tên girêdan û eleqedar dibin. Bi hev û din re bi awayê me’newî –heke pêwist bike- maddî alîkariyê dikin. Mîna ku temamê taîfeyên Îslamê, bi silsileyeke nûranî, bi hev û din ve girêdayî bin. Çawan ku yek ferdekî eşîretekê, cinayetekê bike, temamê ferdên wê eşîretê li ber çavê eşîra din ku dijminê eşîrê ne tawanbar dibe. Mîna ku her yek ferdekî ji wê eşîrê, ew cinayet kiribe, ew eşîreta dijmin, ji wan re dibe neyar. Ew tek cinayeta tenê, dikeve hukmê bi hezaran cinayetan. Îca heke ferdekî wê eşîretê qenciyekê bike, xêra wê digihîje ferdên wê eşîretê gişt û pê îftîxar dikin. Mîna ku her yek zilamekî wê eşîretê ew qencî kiribe, pê dipesine.

Bedîuzzeman li ser ehemmîyeta vê meselê waha xîtab dike: “Gelî birayên min ên vê Camiya Emewî ku li gotinên min guhdarî dikin û îxwanên muslîmîn ên piştî çil-pêncî salî yên camiya alema Îslamê! Yan wisan mebêjin: “Em zerarê nadin; lê belê îqtîdara me jî tune ku em menfeetê bikin. Ji ber wê yekê em mazûr in.” û uzrê xwe beyan mekin. Ev uzrê we naye qebûlkirin. Ev zexeliya we û ku hûn dibêjin “Çi ji min re.”  û naxebitin û bi îttîhada Îslamê û bi milliyeta heqîqî ya Îslamê nayin xîretê, ji bo me, zerareke têra xwe mezin e û neheqiyek e.”[12]

Bedîuzzeman bi  îradkirina vê xutbeyê duxwaze ku heqîqeta îslamê bi awayekî dûrê sîyasetê derbixe holê. Seyda di vê mîjarê de weha dibêje: “Gelî birano! Nebî nebî, hûn bikevin zenn û dilwasewasiyê û bikevin xeyala ku ez bi van gotinên xwe, ji bo meşxeleta li siyasetê himmeta we tehrîk dikim. Haşa! Heqîqeta Îslamê, raserî temamê siyasetan e. Temamê siyasetan dikarin jê re bibin xulam û xizmetkar. Ne heddê tu siyasetî ye ku Îslamê ji xwe re bike halet.”

5.Meşweret/Îstîşare:Mifteya seadeta muslûmanan a di jiyana civakî ya Îslamî de, meşwereta şer’î ye. Ayeta kerîm a [13] "ve emrühüm şûrâ beynehüm"  şûrayê weke asas, ferman dike. Erê çawan ku di nav new’ê beşerê de bi hevgirtinan fikir tên bal hev û bi wesîteya dîrok, zeman û sedsalan bi hev re meşweret dikin û ev bihevşêwirîn, dibe bingeha  pêşveçûn û fennên temamê merivahiyê, wisan jî sedemekî ev Asya ku parzemîna herî mezin e û herî zêde ew li paş maye, ew e ku wê şûraya heqîqî nake.

Mifteh û keşşafê îstîqbala parzemîna Asyayê, şûra ye. Ango ferd, bi çi awayî bi hev re meşweret dikin, taîfe û parzemîn jî, divê bi awayê wê şûrayê bikin da ku meşwereta şer’î, qeyd û zincîrên zordestên cihê cihê yên ku li lingên sê sed belkî çar sed milyon Îslamiyan hatine xistin, veke û wan qeyd û leleyan ji hev belawela bike û bi vî awayî azadiya şer’î ku ji egîtî û şefqeta îmanê zaye, bi edebên şer’î bixemilîne û wan gunehên ku di medeniyeta sefîhane ya Rojava de ne, biavêje.

 

Encam

Bedi’uzzeman Se’îd Nûrsî, yek ji mutefkkir û alimên herî navdar ên sedsala bîstan e. Jîyana wî bi temamî jı bo bicîhanîna dustûrén îman, exlak û ‘edaleté derbasbûye. Li hemberé zilmé tu carî seré xwe netewandîye. Alîkî ve ji bo pirsgirikên Kurdan, alîyé din ve ji bo preblemén misilmanan têkoşîn daye, projeyén giring çêkirîye. Hem li hemberé siltanên Osmanîyan, hem jî li hember mirovên dewleta Tirkîyê gotina heq gotîye û her dâim li gor esasên doza xwe hereket kirîye.

Bedî’uzzeman Se’îdê Nûrsî, di serî de mijarên îmanî ji bo gelek pirsgirêkên civakî, weke çareserî, kiriye mijarên berhemên xwe. Ji çareseriya pirsgirêka Kurd bigire heta çareseriya pirsgirêkên perwerdehiyê, ji wir bigire heta mijarên mezin ên ummeta Îslamê, pirsgirêkên ‘Ereb, ‘Ecem, Tirk û Kurdan û wd. li ser gelek mijarên civakî rawestiyaye

Berhemek Seydayê Bedîuzzeman ya herî muhîm jî Xutbeya Şamê ye. Bedîuzzeman bi xîtaba xwe ya Şamé nexweşîyên mislimanan dide ber çavan û piştra jî ji bo van nexweşîyan çareyan nîşan dike. Xutba Şamê çiqas bi kevneşopiya Îslamê ve girêdayî ye, ewqas bi nirxên modern re jî têkildar e. Wekî mînak, li hember îstîbdadê wekî alternatîf hurriyetê pêşniyar dike.

 Xutba Şamê di bin siya Quranê de şîroveya pirs û problemên cema’eta misilmanan û fikr û tesewwira Bediuzzeman a medenîyeta îslamê ye. 

ÇAVKANÎ:

Badıllı, Abdülkadir,  Mufassal Tarihçe-i HayatI-III,

Bediüzzaman Said-i Kürdî, “Devr-i İstibdatta Tımarhaneden Sonra Tevkifhanede İken Zaptiye Nazırı Şefik Paşa İle Muhaveremdir”, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi Yahut Divan-I Harb-İ Örfi Ve Said-İ Kürdî, (Nşr.: Kürdîzade Ahmed Ramiz), Artin Asadoryan ve Mahdumları Matbaası’nda tab olunmuştur, (Capa Duyem), Stenbol, 1328, 52-54.

-------------------------------, Azametli Bahtsız Bir Kıtanın Şanlı Tal’isiz Bir Devletin Değerli Sahipsiz bir Kavmin Reçetesi veyahud Bediüzzaman’ın Münazarat’ı, Matba-i Ebû Ziya, Konstantîniyye, 1329.

-------------------------------, “On Birinci Cinayet”, İki Mekteb-i Musibetin Şehadetnamesi Yahut Divan-ı Harb-i Örfi Ve Said-i Kürdî, (Çap.: Kurdîzade Ehmed Ramîz), (Capa Duyem), Stenbol, 1328, 26-27.

Bediüzzaman Said-i Nursî, “Nameya Bîstûnehemîn”, Mektûbat, Stenbol, 1995,

-------------------------------, Peyvên Biçûk, (Kurdî/Kurmancî Wergêr.: Abdülkadir Badıllı), Stenbol, 1992.

-------------------------------, Tarihçe-i Hayat, (Enwar) Stenbol, 1995

-------------------------------, Xutbeya Şamê, wer. Ayhan Meetowar, Zehra Yayıncılık, Stenbol 2008.

-----------------------------, İçtima-i Reçeteler, Tenvir Neşriyat, İstanbul 1990, s.16-88.

 

Fadlullah, Hj.  Badiuzzaman Sa'id Nursi; His Influence and Impact upon the Malay World:

An Overview, bêtarîx, Malaysia.

            Markham, S. Jan-Birinci Suendam, An Introduction to Said Nursi, England 1988.

 

Molla Said-i Meşhur, “Kürdler Yine Muhtaçtır”, RojnameyaŞerq û Kurdistan, H. 1, 19 Teşrin-i sâni 1324 / 2 Berfanbar 1908.

Vahide, Şükran, Islam in Modern Turkey, Newyork 2005.

http://www.belgenet.com/arsiv/anayasa/1876.html, ragehîn: 08.02.2013.

http://www.nurforum.org/forum/hayati-ve-talebeleri/bediuzzaman-abdulhamid-ve-kurdce/, ragehîn: 08.02.2013.

http://www.risalehaber.com/author_article_print.php?id=6054, ragehîn: 08.02.2013.

 

îmeyên ku min ew ji eczaxaneya Quranê ders girtiye, mîna hukmê faqulteyeke tibbê, ji jiyana me ya civakî reyan dikim. Ez wan weke asasên tedawiyê, dizanim.

EEû vê zemînê de, di medreseya heyata civakî ya beşerî de ders girt û hîn bûm ku: Sedemê ku biyanî û Ewrûpî, tevî ku di pêşveçûnê de firiyan îstiqbalê û wan em, ji aliyê maddî ve di sedsalên navîn de hiştin û wan emdan sekinandin, şeş heb nexweşîn inMin di vî zemanî û vê zemînê de, di medreseya heyku di pêşveçûnê de firiyan îstiqbalê û wan em, ji aliyê maddî ve di sedsalên navîn de hiştin û wan em dan sekiandin, şeş heb nexweşîn 


[1] Lêkolîner, Zanîngeha Bîngolê , Fakulteye Îlahiyatê, Beşa Dîroka Îslamê, (bedricanan@hotmail.com)

[2] Derbarê Munazaratê de ji bo agahîyên berfireh binhêrin. Bedîuzzeman Saîd-i Nûrsî, İçtima-i Reçeteler, Tenvir Neşriyat, İstanbul 1990, s.16-88.

[3]Yekemîn agahiyên di derbarê serjimar û niştina Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî de, di sala 1921ê dema ku tê Stenbolê em ji tezkereya wî ya nufûsê hîn dibin.  Di vê belgenameyê de li gor daxuyaniya wî, dîroka jidayikbûna wî; Rûmî 1293, Hicrî 1295 e. Li gorî qlawûza wergera Hicrî -Rûmî (Yücel Dağlı-Cumhure Üçer, Türk Tarih Kurumu, Tarih Çevirme Kılavuzu, Ankara, V. C, r. 237.)ev dîrok li gorî Mîladiyî teqabulî 5 Rêbendan-12 Adar 1878’an dike. Li vê hesabê Bedî’uzzeman Se’îd Nûrsî, di sala 1878’ê de ji dayik bûye.  (Kovara Kupru Jimar: 70, Bihar 2000)

[4]http://www.risalehaber.com/author_article_print.php?id=6054, ragehîn: 13.02.2013; Abdülkadir Badıllı, http://www.nurforum.org/forum/hayati-ve-talebeleri/bediuzzaman-abdulhamid-ve-kurdce/, ragehîn: 13.02.2013

[5] Ehmedê Xanî, helbestkarê Kurd û yek ji mezintirîn rewşenbîrên serdema xwe ye, ku bi pênc berehemên xwe yên ku îro tên zanîn, bi taybetî bi mesnewiya xwe ye Mem û Zînê ve mohra xwe li wêjeya Kurdî xistiye. Ehemdê Xanî, di sala 1651’ê de, li gundê Xanê ya li herêma Colemergê ji dayik bûye. Xanî bêtir li Bazîdê jiyaye û di medreseyên wê de ders daye. Xanî, di 1707’an de, li Bazîdê çûye ber dilovaniya Xwedê. Gora wî li biniya Kela Îshaq Paşa, li kêleka mizgefta wî ye û ji Kurdan re devereke mubarek e. 

[6] Bedî’uzzeman weke El-Ezhera Misrê, li Wanê bi wateya xwîşka Ezherê bi navê Zehra xwestiye zanîngehekê ava bike. Li gorî ramana wî ji hev cuda xwendevanên misilman wê li vê zanîngehê perwerde bibin û li rojhilata navîn wê bandoreke erênî li milletên misilman bike. Herwiha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî wê bibe derman.    

[7] Yek ji van çapan ya weşanxana Tenvîr Neşrîyaté ye. Binhêrin. Saîd-i Nûrsî, İçtima-i Reçeteler, s.90-162.

[8] Xutbeya Şamé ji terefê werger Ayhan Meretowar  ve wergerîyaye Kurdî. Emé li vê gotara xwe de vê wergera Kurdî bikarbînin. Binhêrin. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, Xutbeya Şamê, wer. Ayhan Meetowar, Zehra Yayıncılık, Stenbol 2008.

[9] Seîdê Kurdî, Xutbeya Şamê, s. 6.

[10] Seîdê Kurdî, Xutbeya Şamê,s. 6-7.

[11] Seîdê Kurdî, Xutbeya Şamê,s.11.

[12] Seîdê Kurdî, Xutbeya Şamê, s. 19.

[13] - Kar û barên wan, bi şûraya navbera wan e. (Şûra: 38)

 
popüler cevapdünya atlası